Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê peyameke eşkere bû bo neyar û nehezan

dibêje gelê Kurdistanê ti carî xwe teslîm nekiriye.
کوردستان TV
100%

Bo 48mîn salvegera şoreşa Gulanê peyamek belav kiriye.

Bi minasebeta 48mîn salvegera şoreşa Gulanê Serok Barzanî peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng ya dîroka gelê me û ezmûneke pirbuha ya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye, di rewşa piştî herifîn û awareyî û dibin zextên cuda cuda yên neyaran de me karî bi planeke hûr û kûr û baweriyeke bihêz bi şoreşê dest bi şoreşa Gulanê bikin. Şoreşa Gulanê ku, şopdarê buha û armancên mezin yên şoreşa mezin ya Îlonê bû, peyameke gelek eşkere bû bo tevahiya nahez û neyarên gelê Kurdistanê ku, rixmî hêz û stemkariya dijminan û hebûna planên cuda cuda lê gelê Kurdistanê xwe teslîm nake û zarokên Kurd têkoşîna xwe bo meydaran rastî ya xebatê ku, axa pîroz ya Kurdistanê bû vediguhezin.

Di 48mîn salvegera şoreşa Gulanê de silav bi rêhê paqêj yê yekem şehîdê şoreşa Gulanê şehîd Seyid Ebdulah Hacî Omeranî û tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê dinêrin û tevahiya wan têkoşer û qehremanên ku, di nava xebata pêşmergatî, hizbî û xebatên nihênî nava bajar û di nava awareyî de di nava şoreşa Gulanê de xwedan rol bûne û qurbanî dane û dîrok bo gelê Kurdistanê çê kirine, ti carî jibîr nakin.

Ev destkeftên ku, hatine bidestxistin berhema xwîna şehîdan û keda gelê Kurd, pêşmerge û Xebatkarên şoreşa Gulanê û tevahiya şoreşên gelê Kurdistanê ye.

Mesûd Barzanî

26.5.2024

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.