Nêçîrvan Barzanî: Şoreş rabûna biheybet ya bo azadiyê bû

dibêje jihev fêmkirin pêşerojeke baş bo gelê Kurd misoger dike.
کوردستان TV
100%

Bo 48mîn salvegera şoreşa Gulanê peyamek belav kiriye.

Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî îro yekşem bi minasebeta 48mîn salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Hevdem li gel bîrnanîna 48mîn savlgera şoreşa mezin ya Gulanê silav bo rihê paqêj yê şehîdan dinirin û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin. Silav bo tevahiya pêşmerge û kadro û tevahiya wan qehremanên mêrxas yên ku, bi her awayî bûbe di nava refên şoreşê de xebat kirine.

Şoreşa Gulanê rabûna biheybet ya neteweyek bû ku amadeye bo azadî û serfiraziya xwe canê xwe jî feda bike û her cure qurbaniyek bide. Di şoreşa Gulanê de gelê Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, ti carî serê xwe natewîne û peyam û armanca şoreşa mezin ya Îlonê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir heta serkeftinê berdewam dibe.

Kom bûna hêz û aliyên Kurdistanê li dor armanceke mezin berhema şoreşa Gulanê bû ku, di dawî de raperîna Adara 1991an ser xist, azadî, federalî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê jî li pey hat. Di vê bîranîna han de tekez li ser jihev fêmkirina hevbeş dikin ku, niha û pêşerojeke baş bo gelê Kurdistanê misoger dike.

Salvegera şoreşa Gulanê pîroz be, silav bo rihê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.