Wezîrê derve yê Îraqê li Swîsê ye.
li gor çepemeniya Îraqî duhê wezîrê derve yê vê welatî Fûad Husên serdana Swîsê kiriye û li gel wezîrê dad û çend rayedarên din yên Swîsê civiyaye.
Di civînê han de Îraqê rixmî ku, amadebûna xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel Swîsê ragihandiye hevdem daxwaz kiriye ku, darayî û pereyên Swîsê yên ku, li Îraqê hatine bloke kirin werin azadkirin û radestî Îraqê werin kirin.
Herwiha wezîrê derve yê Îraqê li gel rayedarên Swîsî behsa vê yekê kiriye ku, dikarin li gel Swîsê li ser pêşkêş kirina asankariyan bo wan welatiyên Îraqê ku, xwedan pasporta dîplomatîkîne, bo Swîsê rêkeftinek îmze bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin