Serokê herêma Kurdistanê li Îmaratê ye

îro jî civîn û hevdîtinên Serokê herêmê didomin.
کوردستان TV
100%


Li gel rayedarên vê welatî civîn û hevdîtin pêk aniye.

Duhê înê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermi çû Îmaratên Yekgirtî yên Erebî û ji aliyê rayedarên vê welatî ve hate pêşwazîkirin.

Her duhê Serokê herêma Kurdistanê li Ebû Zebî li gel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Ziyad Al Nehiyan civiya.

Di civînê de her du aliyan derbarê derfetên pêşde birin û berfire kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îmaratê di tevahiya waran de giftûgo kirine û nîqaş li ser rewş û pêşhatên dawî yên li deverê de kirin û balkêşandine ser çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş.

Biryare îro jî Serokê herêma Kurdistanê çend civîn û hevdîtinên din li gel rayedarên din yên Îmaratê pêk bîne û behsa çend mijaran bikin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.