Erdogan serdana xwe  bo Îranê hilweşand

sedema hilweşandina serdanê nehatiye diyarîkirin.
کوردستان TV
100%

Biryar bû îro biçe Meşhedê.

Duhê rayedar û çapemeniya Tirkiyeyê belav kiribûn ku, vê Serokkomarê vê welatî Receb Teyyib Erdogan bi mebesta beşdarî kirin di merasîma veşartina termê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku, di encama ketina kopterê de canê xwe ji dest dabû biçe Meşhedê.

Lê îro rayedarên Tirkiyeyê li ser zarê Erdogan belav kirin ku, ev serdan hatiye hilweşandin û piştî vê jî çapemeniya Tirkiyeyê nûçeyên xwe yên di vê derbarê de reş kir.

Heta niha derbarê sedema hilweşandina serdanê de ti zaniyarî nehatiye belavkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.