Sûriye: Em rastî 300 miliyar dolar zirarê hatine

zêdetir ji 10 hezar kes jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

13 sale li Sûriyeyê şer didome.

Wezîrê darayî yê Sûriyeyê Kenan Yaxî ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, beruvajî texmînên berê yên hin pisporan, zirarê abûrî yê Sûriyeyê di encama şerê 13 salî de 300 miliyar dolare.

Yaxî eşkere kiriye ku, pisporên Sûrî û navnetewî beriya niha behsa vê yekê kiribûn ku, zirarên abûrî yên Sûriyeyê nêzî 600 miliyar dolare lê me weke hikûmet lêkolîn kiriye û bo me eşkere bûye ku, zirarê abûriya me di nava wan 13 salan de 300 miliyar dolare.

Weke tê zanîn ev 13 sale şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berdewame û nêzî 10 hezar kesan hatine kuştin û zêdetir ji 15 miliyon kes jî aware bûne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.