Amerîka: Ev bûyer bo gelê Îranê baş bû

dibêje cîhan bêyî Reîsî baştire.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê derbarê mirina Reîsî de daxuyanî da.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di bersifa pirsên çend Senatoran yên derbarê mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de ragihand ku, Amerîka ne dilgirane bi mirina Reîsî jiber ku, dema karên qirêj yên ku, ji aliyê Reîsî ve hatine kirin li berçav têne derbaskirin, bo me derdikeve ku, cîhan bêyî Reîsî baştire.

Blinken herwiha diyar kiriye mimkune mirina Reîsî bo gelên Îranê jî baş be.

Çend Senator jî rexne li wezareta derve kirine ku, peyama sersaxiyê daye Îranê û Blinken jî di bersif de diyar kiriye ku, ev tişteke normal ya dîplomatîkiye û em wan sersaxiyan bo dijminên xwe jî dişînin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.