Amerîka huşdarî dide Tirkiyeyê

dibêje lazime Tirkiye bi cidî pêbendî wan dorpêçan be.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi awayeke metirsîdar dorpêçên ser Rûsyeyê binpê dike.

Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî daye Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, welatên Rojavayî dorpêçên dijwar li ser Rûsyeyê danîne lê welatekî endamê NATOyê ku, Tirkiyeye heta niha pêbendî wan dorpêçan nebûye û bi awayeke metirsîdar dorpêçên han binpê kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, lazime Tirkiye bi cidî pêbendî wan dorpêçan be û rê nede ku, bi rêya Tirkiyeyê dorpêç werin binpêkirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.