DIŞI êrîşî ser hêzên rejîmê kir

heta niha rejîma Sûriyeyê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
کوردستان TV
100%

Çend leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê duhê li Rojhilatê Himsê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên leşkerî yên rejîma Sûrî kirine.

Di encama êrîşa han de yaku, li çola Sexne ya li Rojhilatê Himsê de pêk hatiye hijmarek leşker hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn di destpêka vê mehê de DIŞI dîsa êrîş kiribû û herî kêm 15 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.