Beşdarî merasîma şîna Îbrahîm Reîsî kir.
Çend kêliyên beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta gehandina peyam û sersaxiyê jiber koça dawî ya Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê serdana Konsulusxaneya Îranê ya li Hewlêrê kir û ji aliyê Konsulusê Îranê ve hate pêşwazîkirin.
Serokwezîr hevxemî û hevsoziya hikûmet û gelê Kurdistanê bo hikûmet û gelên Îranê diyar kir û hêvî xwest xwedê mezin rihê Serokkomar û wezîrê derve û qurbaniyên din yên bûyerê bi cenetê şad bike û sebirê jî bide tevahiya aliyan.
Weke tê zanîn îro danê sibê şanda partiya demokrata Kurdistanê jî bi heman mebestê serdana Konsulusxaneya Îranê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin