Vê sibê li bajarê Meşhedê were veşartin.
Îro li bajarê Tebrîzê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî yê ku, beriya du rojan di encama ketina koptera xwe de canê xwe ji dest dabû, ber bi Tehranê ve hate şandin.
Biryare termê Reîsî roja pêncşemê ji Tehranê bo Meşhedê were şandin û li Meşhedê were veşartin.
Weke tê zanîn beriya du rojan koptera Serokkomarê Îranê ketibû erdê û li gel wî jî wezîrê derve û 7 kesên din canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin