Li Siûdiyeyê zimanê Kurdî tê bikaranîn

li Siûdiyeyê zimanê Kurdî jî bû zimanê fermî.
کوردستان TV
100%

Bi zimanê Kurdî xizmetgozarî pêşkêşî Heciyên Kurdistanê tê kirin.

Li gel nêz bûna demsala Hecî û çûna hijmareke zêde ya Heciyên Kurdistanê bo Siûdiyeyê bi mebesta bicîh anîna ferîzeya hec, hikûmeta Siûdiyeyê biryareke girîng daye.

Li gor biryara hikûmeta Siûdiyeyê vê li deriyên sînorî yên Siûdiyeyê û li bajarên ku, Hecî serdana wan dikin, vê li gel 16 zamînên cîhanê, zimanê Kurdî jî were bikaranîn û bi vê awayî niha li Siûdiyeyê bi 17 zimanan xizmetgozarî pêşkêşî Heciyan tê kirin.

Ji niha û pêde welatî û Heciyên Kurd yên ku, serdana Siûdiyeyê dikin pêdiviya wan bi wergêrê Erebî namîne jiber ku, tevahiya xizmetgozarî û katalogên rêbertî ( rê nîşandanê) bi zimanê Kurdî jî li ber dest dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.