Duhê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke partiya Dawa ya Tenzîmî ya Iraqê bi Serokayetiya Dr Xalid Esedî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa ya Tenzîmî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyan û pêkhatina aramî û tebayî yê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina gef û metirsiyan û pêwîstiya dariştina peywendiyan û gihîştin bi hevdû têgihiştina di navbera pêkhatan û aliyên Iraqiyan kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin