Kuwait têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Kuwaitê yê li Îraqê Tariq Ebdula Elferec kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Kuwaitê yê li Hewlêrê Osman Dawûd jî têde beşdar bû, balyozê Kuwaitê silavên Emîrê welatê xwe gehande Serok Barzanî û rêzdariya xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di warê dabîn kirina aramiya herêma Kurdistan û Îraqê û bihêztir kirina têkiliyên gelê kurdistanê li gel Kuwaitê diyar kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo bihêztir kirina dostatî û têkiliyên li gel herêma Kurdistanê kir.
Her di vê civînê de Serok Barzanî jî behsa êşên hevbeş yên gelê Kurdistan û gelê Kuwaitî kir û têkiliyên navbera gelê Kurdistan û gelê Kuwait, Serkirdatiya Kuwaitê bi girîng, dostane û dîrokî wesif kir.
Nirxandina prosesa siyasiya Îraqê mijareke din ya vê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin