Agir bi sûka Qeyserî ya Kerkûkê ket

ti zirarên canî yên vê bûyerê tunene.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 100 dikan şewitîne.

Rayedarên Kerkûkê ragihandin ku, îro danê sibê zû agireke mezin bi sûka Qeyserî ya kevin ya Kerkûkê ber bûye û di encama vê agirê de şewateke mezin çê bûye.

Rayedarên Kerkûkê eşkere kirine ku, di encama şewata han de herî kêm 100 dikan şewitîne.

Birêveberatiya hêzên hawar hatinê jî diyar kirine ku, ti zirarên canî yên vê bûyerê nebûne û hêzên wan karîne bilez agirê vemirînin û rê nedin agir bi tevahiya sûkê bikeve.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.