Li Efxanistanê 50 kesên din canê xwe ji dest dane

hefteya derbasbûyî jî herî kêm 250 kesên din jiber lehiyê canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji 300 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Efxanistanê jiber barîna barana bixor li Rojavayê vê welatî lehiyên gelek mezin rabûne.

Di vê derbarê de rayedarên parêzgeha Xor ya li Rojavayê Efxanistanê jiber barîna baranên bixor lehiyên mezin rabûne û di encama wan lehiyan de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dane.

Rayedarên vê parêzgehê herwiha diyar kirine ku, di encama wan lehiyan de zirarên mezin ber zêdetir ji 2 hezar xaniyan ketine.

Weke tê zanîn çarşem û pencşema hefteya derbasbûyî jî di encama lehiyên li Efxanistanê de herî kêm 250 kesên din canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.