Li Efrînê ku ev 6 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, heta niha 10332 kes hatine revandin, 463 kes hatine kuştin, 142 destdirêjî hatine kirin. Ji yên hatine revanidn, kuştin û destdirêjî li hemberî wan hatiye kirin 803 jin in.
Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe.
Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka sala 2018'an ve heya niha bi giştî 463 kes hatine kuştin, 10332 kes hatin revandin, 142 destdirêjî hatin kirin.
Êrişên dagirkeran û çeteyên wan ku cîhanê çavên xwe li wan girtine, di raporan de li gorî salan wiha hatine diyarkirin:
2018-2019
Revandin: 7213 kes, ji wan 270 jin in.
Kuştin: 230 kes, ji wan 59 jin in.
Destdirêjî: 60 jin
Mecburhiştina xwekuştinê: 5 jin
2020
Revandin: 1079 kes, ji wan 92 jin in.
Kuştin: 67 kes, ji wan 9 jin in,
Destdirêjî: 76 jin,
Zewicandina jinên di temenê biçûk de: 5
2021
Revandin: 838 kes, ji wan 82 jin (25 yên bi temên biçûkin) û 13 zarok in.
Kuştin: 65 kes, ji wan 14 jin in.
2022
Revandin: 629 kes, ji wan 49 jin in û yek zarok e.
Kuştin: 62 kes, ji wan 20 jin in (7 jin di topbaranê de hatine kuştin)
2023
Revandin: 376 kes, ji wan 35 jin û 6 zarok in.
Kuştin: 20 kes, ji wan 4 jin in.
Destdirêjî: 1 jin
mecburhiştina xwekuştinê: 2 jin.
2024 (4 mehên destpêkê)
Revandin: 197 kes, ji wana 25 jin in.
Kuştin: 19 kes, ji wan 2 jin in.
Destdirêjî: 5 jinên ciwan
RAPOR BÊ BERSIV HATINE HIŞTIN
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê raporên hatine amadekirin, ji Rêxistina Efûyê ya navnetewî û saziyên din ên mafên mirovan ên navnetewî re şandine, lê heta niha ne bersiv hatiye dayîn, ne jî hewldanek çêbûye.
HEVSEROKA YEKÎTIYA PARÊZERAN
Hevseroka Yekîtiya Parêzer a Kantona Efrîn û Şehbayê Roşîn Hido derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.
Roşîn Hido destnîşan kir ku ji destpêka dagirkeriyê ve êrişên bi her şêwazî tên meşandin û got: “Bi taybetî Jinên temen biçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan hatin kirin. Zarokên keç hatin revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye ji malbatên wan hatin xwestin. Bi sedan Jinên Kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin revandin.”
Roşîn bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkeyên kuştin, revandin, destdirêjî û hwd. xwestiye îradeya jinê ku li herêmê derketiye holê têk bibe û û wiha dom kir: “Hemû sûc û kiryar bi armanca tunekirina îradeya azad a jinê ye. Tirkiye dixwaze tola DAIŞ’ê hilde. Xwesteka wan şikandina vîna jinê ye.”
Roşîn Hido da zanîn ku piştî derbasbûna 6 salan Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) di rapora ku di 26’ê Sibata 2014’an de eşkere kiribû, cara yekem bal kişandiye ser pêkanînên dermirovî, lê hîn gavek nehatiye avêtin û bang li rêxistinên navnetewî kir ku derbasî Efrînê bibin û lêkolînan bikin.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin