Îran û Amerîka raste rast civiyane

heta niha Îran û Amerîka ti daxuyanî di vê derbarê de nedane.
کوردستان TV
100%

Li Omanê hefteya derbasbûyî civîneke din lidar xistine.

Li gor nûçeyeke rojnameya Axius her yek ji Amerîka û Îranê ev çend care bi awayeke nihênî li welatê Omanê civiyane û civîna wan ya dawî hefteya derbasbûyî li Omanê hatiye lidarxistin.

Axius eşkere kiriye ku, armanc ji civîn û hevdîtinên navbera Îran û Amerîkayê, hewldana her du aliyane bo pêşî girtin ji berfire bûna şerê li Xezeyê ye.

Nunerê Amerîkayê di wan civînan de Breet McGurk bûye lê navê nunerê Îranê nehatiye eşkere kirin.

Heta niha Amerîka û Îran jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.