Serokwezîr li gel Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya.
Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarê enerjiyê birêz Jeffrey Pite kir
Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Xatû Alina Romanawski jî têde beşdar bû, me derbarê pêşde birina kerta enerjiyê, derfetên sûd wergirtin ji enerjiya paqêj û nûkirî, plan û projeyên bo baştir kirina rewşa elektirîka Îraq û herêma Kurdistanê de giftûgo kir.
Li ser girîngiya destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê yaku, jiber ragirtina vê çend miliyar dolar zirar bi dahata giştî ya Îraqê hatiye ketin, hemfikir bûn.
Piştî bi dawî hatina civînê, me serdana stasiyona mass global ya li Pîrdawûd û stasiyona Xormele yên ser bi kompaniya kar grûp li parêzgeha Hewlêrê kir û serdana beşên wan her du stasiyonan kir.
Pişt re di civîneke çapemeniyê de me her du aliyan tekez li ser pêşde birina kerta enerjî li Îraq û herêma Kurdistanê kir bi taybetî bikar anîna enerjiya paqêj û bi liber çav girtina parastina jîngehê û sînor danîn bo qirêj kirina hewayê.
Me balkêşande ser vê yekê ku, cîhê kêfxweşiyê ye ku, me bihîstiye Amerîka girîngî bi pêşxistina kerta enerjiyê li Îraqê û herêma Kurdistanê de dide û piştîvaniya Îraqê û herêma Kurdistanê dike bo ku, di vê kerta han de bikarin pêngavên baştir û pêşkeftîtir û pêkeftinên baştir bidest bihînin.
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê piştîvaniya welatê xwe bo Kurdistaneke bihêz û geşekirî di çarçoveya Îraqeke federalî de diyar kir.
Nav hatî ev yek jî eşkere kir ku, dibîne pîşesaziya enerjiyê li vê deverê de pêşkeftiye û li gor pîwer û standardên cîhaniye û got: Dema li dêmenan dinêrim gelek deverên berhem anîna petrolê li Amerîkayê têne bîra min û wir weke Oklahamayeke biçûk waye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin