Bo cara ewil li Behreyînê ev civîn tê lidarxistin.
Îro pêncşem 16ê Gulanê 33mîn komcivîna Komkara Erebî li Miyameya paytexta Behreyînê destpê kir.
Di civîna han de Serok û rayedarên welatên Erebî yên endam di Komkarê de beşdarin û vê nîqaş li ser şerê Xezeyê, têkiliyên welatên Erebî, helwesta hevbeş ya welatên Erebî li hember doza Felestînê û çend mijarên din were kirin.
Weke tê zanîn Komkara Erebî yekem civîna xwe di sala 1946an li Qahêreya paytexta Misirê li dar xistiye û ev cara ewile ku, li Behreyînê civîna xwe li dar dixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin