Serokwezîr navenda salmendan vekir

Serokwezîr daxwaz ji zengîn û karsazên Kurdistanê dike projeyên bi vê rengî cîhbicîh bikin.
کوردستان TV
100%

Navê navendê Şêx Baze.

Îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî navendeke mezin ya bo xwedî kirin û çavdêrî kirina salmendan bi navê navenda salmendan ya Şêx Baz yaku, ji aliyê karsazê Kurd û xwedan holdinga Kar Şêx Baz ve hatiye avakirin, vekir.

Serokwezîr piştî merasîma vekirinê serdana tevahiya beşên vê navendê kir ku, bi awayeke serdemiyane û li gor mercên standard cîhanî hatine avakirin, kir.

Serokwzîr herwiha daxwaz ji karsaz û zengînên Kurdistanê kir daku, projeyên bi vê rengî bo çavdêrî kirina salmendan ava bikin û xizmeta wan û welat bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.