Îran xwestiye çek bo koma Exwanan bişîne.
Du rayedarên leşkerî yên Urdinî ji ajansa Teutersê re ragihandiye ku, hêzên wan karîne planeke rejîma Îranê ya bo têk kirina ewlekarî û asayîşa Urdinê û organîzekirina kûdetayekê li vê welatî pûç bikin.
Ev rayedarên leşkerî yên Urdinî diyar kirine ku, rejîma Îranê bi rêya komên çekdar yên xwe yên li Sûriyeyê hewl daye gelek çek û cebelxane bo endamên koma Exwan Elmusilêmîn yên li Urdinê bişîne daku, ev endamên han bi rêya wan çek û cebelxaneyan planên Îranê yên li Urdinê cîhbicîh bikin.
Rayedarên Urdinî diyar kirine ku, koma Exwanan yaku, Îran xwestiye çek û cebelxane jê re bişîne li gel hemasê di nava têkiliyên bihêz deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin