Mesrûr Barzanî: Mamosteyên Kurdistanê xwedan dîrokeke geşin

dibêje rola Mamosteyan di pêgehandina nibişên nû de gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Pîrozbayiyek pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê dike.

Bi minasebeta 62mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 62mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok, endamên mekteba Sekretariyet û tevahiya Mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftinê bo wan dixwazim.

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê di serdemeke dijwar de hate damezrandin û di nava xebata sazmanî û pîşeyî û berevanî kirin ji maf û daxwazên Mamosteyên Kurdistanê û berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê xwedan dîrokeke geşe û bi rêzdarî ve li rola girîng ya Mamosteyên Kurdistanê ya bo perwerde kirina nibişên nû dinêrin.

Hêvî dikim Mamosteyên Kurdistanê berdewam bin li ser erkê xwe yê pîroz bo pêşde birina hizira nîştimanperwerî û pêgehandina Xwendekar û nibişên me li ser perwerdehiyeke rast, dahênerane, hez kirina Kurdistanê û berevanî kirin ji destkeftên nîştimanî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.