Li Bakûrê Kurdistanê bi coşeke mezin ev cejn tê pîrozkirin.
Îro 15ê Gulanê cejna zimanê Kurdiye û welatiyên Kurd li Bakûrê Kurdistanê li gel aliyên siyasî û herwiha saziyên medenî ev cejna han pîroz dikin.
Pîrozbayiyên îsal gelek cudane ji pîrozbayiyên salên derbasbûyî jiber ku, hem xelk û him jî aliyên siyasî bi germî vê rojê pîroz dikin û çalakiyên curbicur bi minasebeta vê rojê organîze dikin.
Diroşmeya sereke ya roja cejna zimanê Kurdî (zimanê me nasnameya me ye) ye. Ev diroşma han li tevahiya bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê tê xuyakirin.
Ji aliyeke din ve ji bilî xelk û saziyên medenî, îsal part û aliyên siyasî yên Kurdî jî gelek girîngî bi vê rojê û zimanê Kurdî didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin