Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî behsa çend mijaran kir

her du alî daxwaza domandina diyalog û civînên hevbeş dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev li Bexdayê civiyane.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û herêma Kurdistanê û çend mijarên hevbeş kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser bernameya hikûmeta federalî ya bo pêşde birina abûriya welat hate kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de çend mijarên hevbeş di navbera herêm û hikûmeta federalî de hatin nirxandin û tekez li ser domandina diyalog û civînên hevbeş hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.