Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkan li Iraqê kir

behsa rewşa bihevre jiyanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Mitijia Leskovar kir ku bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de balyozê Vatîkan spasî rola Serok Barzanî ya li hewlên wî yên ji bo pêkanîna aramiyê û her wiha parastina kultûra pêkvejiyanê û berevanîkirina li mafên pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Her wiha hûrmet û pêzanînên xwe ji bo wê pêşwazî û amadekariyên serdana Papayê ya bo herêma Kurdistanê li ber girtibûn hebû û serdanê bi dîrokî û girîng wesif kir. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wê yekê ku girift û gengeşe li Iraqê da gelek heye, lê belê li gelek waran de jî pêşketin heye ku cihê dilxweşiye û Herêma Kurdistanê û bi taybet bajarê Hewlêrê jî mînakeke ji wê aramî û pêşketinê da zanîn.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandine ser girîngiya serdana Papayê ya herêma Kurdistan û Iraqê ragihand ku gelê me şanaziyê bi kultûra pêkvejiyanê dike û pêwîste ew kultûr bê dewlemend kirin. Serok Barzanî eve jî eşkere kir ku Kurdistan bi hebûna cûdahî û rengîniyê ve xweşike û nabê bi tu awayekê rêgirî hebê li wê yekê ku pêkhat rola xwe li jiyana siyasî û Parlemeniyê da bibînin.

Proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.