Li gel wezîrê pêşmerge û rayedarên din civiya.
Îro şandeke leşkerî û dîplomatîkî ya Almanî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê Jeneral Persicowski serdana wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kir.
Di civînê de ku, Konsulusê Almanyayê yê li Kurdistanê û hijmareke din ji rayedarên wezareta pêşmerge jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê kar û çalakiyên hêzên Almanî yên li Kurdistanê, prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û herwiha rewş û pêşhatên dawî yên ewlekarî hate kirin.
Her di heman civînê de şanda Almanî tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên hêzên Almanî yên bo hêzên pêşmerge kir û ragihand ku, Almanya piştîvaniya prosesa reforman û bihêz kirina hêzên pêşmerge dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin