Fermandarekî artêşa Îraqê hate kuştin

DIŞI êrîşî ser hêzên artêşa Îraqê kiriye.
کوردستان TV
100%

5 leşker û Efserên din jî hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îraqî, duhê bişev li Rojhilatê parêzgeha Selahedînê dema hêzên artêşa Îraqê xwestine pêşiya êrîşeke terorîstên DIŞIê bigirin, pevçûn derketiye.

Li gor çapemeniya Îraqê di encama pevçûna han de Fermandarekî mezin yê artêşa Îraqê bi navê Xalid Navî Wisak li gel 5 Efser û leşkerên din hatiye kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.