Serok Barzanî li gel şandeke Fransî civiya

Serok Barzanî behsa têkoşîna gelê Kurdistanê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev şanda han ya navenda lêkolînên li ser Îraqê ye.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke navenda lêkolînên Fransî li ser Îraqê kir ku, ji her yek ji Prof, Michelle Vivorka, Fabirisl Balanch, Marius Exposito and Thiali Yilman û Dr, Adil Baxewan pêk hatibû.

Di civînê de şanda mêwan rêzdariya xwe ya li hember qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê di nava xebat û têkoşîna bo azadî û rola Serok Barzanî di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de diyar kir û herwiha stayîşa çanda bihevre jiyana aştiyane û parastina pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de kir.

Di berdewamiya civînê de nîqaşeke berfire li ser rewşa siyasî, pêşhat, gef û metirsiyên li Îraq, deverê û hevkêşeyên herêmî, navnetewî û herwiha rewayetî û pêşeroja doza gelê Kurdistanê û aramiya deverê hate kirin.

Taybet bi mafên gelê Kurdistanê Serok Barzanî rixmî diyar kirina warên dîrokî, siyasî û zagonên rewatiya doza gelê Kurdistanê li Îraqê û deverê de, hevdem xebata gelê Kurdistanê bo berevanî kirin ji mayîn û pêşde birina doza xwe kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, yek alî kirina kêşeyan bi rêya şer, înkar kirin û hewldan bo ji nav birina gelê Kurdistanê ti encamek nedaye û ti encam jî nabe jiber vê çendê baştirîn rê bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî kêşeya gelê Kurdistanê li deverê de jihev fêmkirin, aştî û rêbazên demokratîk û diyaloge.

Serok Barzanî anî ziman ku, bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê aştî û hevbeşî xwestiye û ti car jî destpêşxerî û pêşengî bo şer nekiriye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.