Di konferansa keş û hewayê de gotarek pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêmê, Serokkomarê Îraqê û Serokwezîrê Kurdistanê konferansek bi navê konferansa hişke salî û bandorên vê li ser Îraq û Kurdistanê hate lidarixistin û Serokê herêma Kurdistanê jî gotarek pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku, niha Îraq weke pêwîst tedbîr li hember guherîna keş û hewayê nastîne û niha ji her demeke zêdetir pêdiviya me bi stendina tedbîrên pêwîst bo vê yekê heye, lazime planên demdirêj amade bikin daku, pêşiya metirsiyên mezin bigirin.
Nêçîrvan Barzannî ev yek anî ziman ku, di pêşerojê de guhertina keş û hewayê bandorên mezin û metirsîdar li ser deverê de dike, lewre lazime hikûmeta Îraqê hevkariya herêmê bike jiber ku, cogirafiya herêmê goncawe daku, têde bi dehan bendav û pund werin çêkirin.
Barzanî diyar kir ku, hikûmeta herêmê di wan demên dawî de bi awayeke serkeftî çend benda û pund ava kiriye û kariye aveke zêde kom bike, ev pêngaveke gelek girînge û lazime girîngiyeke taybet bi wan projeyan were dayîn.
Serokê herêmê behsa kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî jî kir û ragihand ku, di demên derbasbûyî de hikûmeta herêmê bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê gavên gelek girîng avêtiye û lazime Bexda jî gav bavêje û hewl bo çareser kirina kêşeyan bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin