Ereb rê nadin Cotkarên Kurd berhemên xwe biçinin.
Aloziyên navbera şêniyên Kurd yên li devera Sergeran ya li Kerkûkê û Erebên hawirde de berdewamin û di vê çarçoveyê de hem artêşa Îraqê û him jî Erebên hawirde rê nadin Cotkarên Kurd genimên xwe biçinin.
Di vê derbarê de desteya navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê diyar kiriye ku, tiştê ku, Erebên hawirde û artêşa Îraqê derheq bi Cotkarên Kurd yên deverê de dikin zilmeke gelek mezine û bi ti awayî nayê qebûlkirin û lazime aliyên têkildar bilez vê kêşeya han çareser bikin.
Devera Sergeran ya ser bi Kerkûkê devereke ku, ev çend sale Erebên hawirde bi hevkariya artêşa Îraqê dixwazin dest bi ser de bigirin û şêniyên Kurd yên vê deverê li ser mal û milkên xwe derbixin.
Weke tê zanîn roja 28ê Nîsanê jî artêşa Îraqê biryar dabû ku, Cotkar û şêniyên 5 gundên deverê nikarin berhemên xwe biçinin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin