Piştî 21 salan xeta navbera Bexda û Besreyê kete kar.
Wezareta veguhastinê ya Îraqê biryar daye daku, xetên naxweyî yên şemendeferê dîsa bixe tevgerê û çalak bike.
Li gor daxuyaniya vê wezaretê niha hikûmet gelek girîngî bi kerta veguhastinê dide û bi awayeke cidî dest bi nûjen kirina xetên navxweyî yên şemendeferê kiriye û di vê çarçoveyê de piştî 21 salan xeta navbera Bexda û Besreyê dîsa ketiye kar û biryare di demeke nêz de gelek xetên navxweyî jî dîsa bikevin kar.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin