Îsraîl êrîşî ser Sûriyeyê kir

heta niha Îsraîl ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Sîstema berevaniya Sûriyeyê jî bersifa êrîşa hand aye.

Li gor çapemeniya Sûrî, îro pêncşem artêşa Îsraîlê êrîşî ser bînayekî li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kiriye.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, îro danê sibê artêşa Îsraîlê li bilindahiyên Golanê êrîşî ser bînayekî li Dîmeşqa paytext kiriye lê sîstema berevaniya Sûrî kariye bersifa êrîşa han bide û ev êrîş pûç bike.

Rayedarên Sûrî qala vê yekê kirine ku, di encama êrîşa han de zirarên madî çê bûne.

Heta niha Îsraîl derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.