Civîn li Tehranê hatiye lidarxistin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îranê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê li gel wezîrê bazirganî yê Îraqê Esîr Dawûd civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê liv û tevgerên abûrî û bazirganî yên di navbera Îraqa federal, herêma Kurdistanê û Îranê de hate kirin.
Her du alî nêrînên xwe yên derbarê çawetiya zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her sê aliyan de anîn ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin