Serokê herêmê û Serokê parlementoya Îranê civiyan

behsa derfetên bihêztir kirina têkiliyên du alî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê 3 roje li Tehranê ye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel îro sêşem li Tehranê li gel Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya.

Di civînê de her du aliyan tekez li ser gerîngiya hebûna têkiliyên baş û bihêz di navbera Kurdistan, Îraq û Îranê de kir û balkêşandine ser derfetên heyî û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han.

Her du alî hemfikir bûn ku, di warên curbicur weke çandiniyê, bazirganî, abûrî, hêlbirîn, torîstîkî, perwerde,  tendirostî derfetên baş hene bo bihêztir kirina têkiliyên Îranê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê.

Rewşa giştî ya Îraq û Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.