Nêçîrvan Barzanî û Reîsî behsa têkiliyên du alî kirin

Îran û herêma Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên li Îranê kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku, duhê bi serdaneke fermî çû bû Tehranê, îro dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îranê kir.

Di vê derbarê de Serokatiya herêma Kurdistanê belav kiriye ku, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiyaye.

Di civînê de ku, Cîgirên Serokê herêm û wezîrê navxwe yê herêmê jî têde beşdar bûye, her du alî tekez li ser pêşde birina têkiliyên Îranê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê li ser esasê cîrantiya baş û berejwendiyên hevbeş û bilind kirina asta bazirganî û liv û tevgerên hevbeş yên abûrî kirine.

Her di heman civînê de stayîşa têkiliyên dîrokî yên di navbera Îran û herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di civînê de Reîsî rêzdariya Îranê ya li hember hevkarî û asankariyên herêma Kurdistanê yên ku, pêşkêşî ziyaretkarên Îranî kiriye, diyar kiriye û Serokê herêmê jî spasiya piştîvaniyên Îranê yên bo Îraq û herêma Kurdistanê kiriye.

Di civînê de nîqaş li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya Îranê ya li gel Îraq û herêma Kurdistanê bo parastina asayîşa deverê hatiye kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.