Serokatiya herêmê daxuyanî da

behsa têkiliyên navbera Tehran û Hewlêrê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Serokê herêmê li Tehranê li gel rayedarên Îranê dicive.

Îro Serokatiya herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî ya bo Îranê daxuyanî da.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Serokê herêmê li ser daweta fermî ya rayedarên Îranê li gel şandeke Kurdistanî ku, têde Cîgirên Serokê herêmê û wezîrê navxwe jî hene serdana Tehranê dike.

Li Tehranê Serokê herêmê li gel Rêberê Îranê, Serokkomar û Serokê parlementoya vê welatî dicive û di civînan de behsa çend mijarên hevbeş û rewşa deverê tê kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.