Amerîka: Bi merc rêkeftin li gel Siûdiyeyê îmze dikin

dibêje lazime Siûdiye têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal bike.
کوردستان TV
100%

Merca sereke ya Amerîkayê têkiliyên li gel Îsraîle.

Beriya niha Amerîka û Siûdiye biryar dabûn ku, di navbera xwe de rêkeftineke girîng bi navê rêkeftina berevanî îmze bikin û bo vê yekê jî rayedarên her du aliyan çend caran civiya bûn û amadekariyên pêwîst jî kiribûn.

Di vê derbarê de duhê Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku, Amerîka amadeye vê rêkeftinê li gel Siûdiyeyê îmze bike lê merceke Amerîkayê bo vê yekê heye û ev jî ewe ku, lazime Siûdiye rêkeftina normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê îmze bike.

Sullivan eşkere kiriye ku, heta Siûdiye bi temamî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal neke vê Amerîka rêkeftina berevanî li gel Siûdiyeyê îmze neke.

heta niha Siûdiye di vê derbarê de bi fermî tiştek negotiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.