Serokwezîr li gel balyozê nû yê Fîlîpînê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Fîlîpînê li Îraqê kir û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Fîlîpînê yê li Îraqê birêz Charlie Pacana Manangan kir.
Jiber destbikar bûna wî, me pîrozbayî li Charlie Pacana Manangan kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo serxistina pîwerdariya xwe jê re ragihand.
Balyozê nû yê Fîlîpînê jî spasiya piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina peywendiyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin