Piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe.
Îro şemî li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Senatorên Amerîkî kir ku, ji her yek ji Senator Ted Budd û Senator Johnny Erntz û çend kesên din pêk hatibû.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga heyî ya bo çareser kirina wan kêşeyan û rewşa Îraq û herêma Kurdistanê de hate kirin.
Şanda mêwan berdewam bûne piştîvaniya Amerîkayê bo Îraq û herêma Kurdistanê dubare kir û balkêşande ser vê yekê ku, Amerîka weke hevpeymanek, girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.
Şanda han herwiha stayîşa rola hêzên pêşmerge ya bo têk birina DIŞI û parastina aramiya li deverê de kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî rêzdariya xwe ya li hember dom kirina piştîvaniya Senato û Kongrêsa Amerîkayê bo Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteke Îraq û herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Amerîkayê de kir.
Çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş rojevên din yên vê civînê bûn ku, balyozê Amerîkayê li Îraqê û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin