Îro salvegera komkujiya Dêrsîmê ye

bi hezaran welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Beriya 87 salan ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve pêk hatiye.

4ê Gulanê salvegera komkujiya dijî Kurdan ya li Dêrsîma Bakûrê Kurdistanê ye.

Di 4ê Gulana 1937an de bi fermana Mistefa Kemal operasiyonên taybet li Dêrsîmê destpê kirine û di encama wan operasiyonan de komkujiyeke gelek mezin dijî Kurdan li Dêrsîmê pêk hatiye.

Di encama vê komkujiya han de bi hezaran welatiyên Kurd hatin şehîd kirin û bi sedan gund û navçeyên ser Dêrsîmê jî hatin şewitandin û wêrankirin.

ji bilî vê jî gelek welatiyên Kurd yên ku, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin, bo cîhên din hatine veguhastin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.