Dibêje komên terorîstî li Almanyayê xwe bo êrîşan amade dikin.
Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde hem hûdarî daye welatiyên Amerîkî û him jî hikûmeta Almanyayê.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, niha komên terorîstî li Almanyayê xwe birêkxistin kirine û amadekarî kirine bo êrîşên terorîstî.
Di daxuyaniya han de hikûmeta Amerîkayê daxwaz ji welatiyên xwe jî kiriye ku, eger neçar nebin neçin Almanyayê û ewin ku, li Almanyayê jî ne lazime gelek baldar bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin