Tirkiye berdewame li ser vegerandina Penaberên Sûrî

prosesa guhertina demogirafiya bajarên dagîrkirî jî didome.
کوردستان TV
100%

Di mehekê de zêdetirî 15 hezar Penaber hatine vegerandin.

Li gor jêderên çapemeniyê zext û zordariyên hikûmeta Tirkiyeyê li ser Penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê berdewamin û her diçe ev zext û zordariyên han jî zêdetir dibin.

Jêderên çapemeniyê qala vê yekê dikin ku, piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê ev zext û zordariyên han zêdetir bûne û di vê çarçoveyê de jî tenê di meha Nîsana îsal de Tirkiye bi rêya çar deriyên sînorî zêdetir ji 15 hezar Penaberên Sûrî vegerandiye Sûriyeyê.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, hikûmeta Tirkiyeyê berdewame li ser guhertina demografiya bajarên Kurdî yên dagîrkirî û di vê çarçoveyê de Tirkiye li Efrîn, Girê Spî, Serê Kanî û çend deverên din xaniyan bo malbet û kesûkarên komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve ava dike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.