Tirkiye dijî Îsraîlê dibe mudaxilê doza Efrîqayê.
Duhê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku, hewldanên Tirkiyeyê yên bo dawî anîn bi şerê li Xezeyê berdewamin û Tikiye berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Xezeyê.
Hakan Fîdan herwiha eşkere kiriye ku, vê Tirkiye li dijî Îsraîlê, bibe mudaxilê doza komkujiyê yaku, li dijî Îsraîlê li dadgeha navnetewî ji aliyê Efrîqayê ve hatine vekirin.
Pispor jî dibêjin ku, ev biryara Tirkiyeyê eger rast be, vê têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê têk biçin û Îsraîl gelek bi dijwarî Tirkiye tengaw bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin