Li Îstenbûlê herî kêm 300 kes hatine girtin

opozîsyon jî dibêje desthilateke wisa vê were hilweşandin.
کوردستان TV
100%

Duhê rewşa vê bajarê gelekî aloz bû.

Duhê di roja cîhaniya Karkeran de li Îstenbûlê xwepîşandanên mezin hatin organîzekirin û di encama xwepîşandanên han de alozî di navbera Xwepîşander û hêzên polîs de derket û herî kêm 300 kes ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Çend roj beriya roja cîhaniya Karkeran wezareta navxwe ya Tirkiyeyê û Walîtiya Îstenbûlê diyar kiribûn ku, xwepîşandan li meydana Teqsîmê qedexeye lê hin partiyên opozîsiyonê û sendakayê karkeran li ser xwepîşandanê li meydana Teqsîmê bi îsrarbûn lewre di navbera xwepîşander û polîsan de pevçûn çê bû û herî kêm 300 xwepîşander hatin girtin.

Herwiha hikûmeta jî spasiya hêzên ewlekarî dike û rexneyên tund li opozîsyonê dike û dibêje opozîsyon dixwaze rewşa Tirkiyeyê aloz bike û li hember de jî opozîsyon vê yekê red dike û dibêje desthilat ji xwe ditirse û desthilatek ku, pişta xwe bi zorê girê bide vê di demeke nêz de were hilweşandin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.