Mesrûr Barzanî: Lazime mafên pêkhateyan parastî bin

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Steven Hitchen kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.

Li ser pêwîstiya çareser kirina kêşe û astengiyên berdem hilbijartinê û beşdariya tevahiya aliyan di hilbijartinê de hemfikir bûn.

Me ev yek dubare kir ku, piştîvaniya hilbijartineke pak, şefaf, qanûnî û dadmend dikin ku, cîhê baweriyê be û di bin çavdêrî û piştîvaniya civaka navnetewî de were kirin û gerentiya parastina mafên pêkhateyên herêma Kurdistanê bike.

Dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê, şandina mûçe û şayîsteyên darayî û berdewam bûna hevkarî û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge çend mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.