Sûdanî behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê dike

dibêje lazime rêkeftina siyasî derbarê hilbijartinan de were kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime tevahiya pêkhateyan beşdar bin.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîr Mihemed Sûdanî di civînekê de behsa hilbijartinên Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku, gelek girînge ku, tevahiya alî û pêkhateyên heyî beşdar di hilbijartinên parlementoyê de bikin.

Sûdanî herwiha eşkere kiriye ku, girînge hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi rêkeftineke siyasî werin kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser rêkarên komîsyonê yên taybet bi hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê herêmê bo karûbarên pêkhateyan jî diyar kiriye ku, îşaretên baş hene bo vegerandina korsiyên kotayan bo pêkhateyan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.