Heta 2026an vê li Hewlêrê erkên xwe bidomîne.
Duhê Konseya Ewrûpayê civînek derbarê nirxandina kar û çalakiyên nuneratiya xwe ya li Kurdistan û Îraqê lidar xist.
Di civînê de piştî nirxandineke berfire, Konseya Yekîtiya Ewrûpayê biryar daye daku, bo du salên din dema pîwerdariya nuneratiya xwe li Kurdistan û Îraqê dirêj bike.
Yek ji erkên sereke yên vê nuneratiya han hevkarî kirina reformên ewlekarî û herwiha şêwirmendiye.
Weke tê zanîn dema ev nuneratî hatibû vekirin, erkê vê tenê bo salek hatibûn diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin