Iran 3 miliyar Euro xerc dike

dîwaran li ser sînorên xwe ava dike.
کوردستان TV
100%

Rêkarên ewlehiyê li ser sînoran dijwartir dike.

Li gor nûçeyeke DW ya Almanî rejîma Îranê biryar daye dak, rêkarên ewlehiyê li ser sînorên xwe yên li gel welatên Cîran bi taybetî ji aliyê Rojhilat ve dijwartir bike.

DW li ser zarê rayedarên rejîma Îranê belav kiriye ku, rejîma Îranê biryar daye daku, bo ava kirina dîwar û rakêşayan têlên hûşmend li ser sînorên xwe, rêkarên ewlehiyê dijwartir bike û ev yek jî bi mebesta pêşî girtin ji qaçaxçîtî kirin bi însanan û bazirganî kirin bi madeyên hişber dibe.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, rejîma Îranê bo vê mebestê vê zêdetir ji 3 miliyar euroyan xerc bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.