6 welatên Erebî li Siûdiyeyê civiyan

vê dewleta Felestînê qebûl bikin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Xezeyê kirin.

Bi organîzatorî û gerînendetiya Siûdiyeyê duhê li paytexta vê welatî nunerên 6 welatên Erebî civiya.

Civîna han taybet bûye bi giftûgo kirin derbarê rewşa Xezeyê û egera destpê kirina operasiyona bejayî ya Îsraîlê li Refeh û bandorên vê operasiyona han.

Di civîna han de yaku, nunerên Felestînê jî têde beşdar bûne, tekez li ser zêdetir kirina hewldanên welatên Erebî bo rawestandina şerê li Xezeyê û gehandina hevkariyan bo xelkê Xezeyê hatiye kirin.

Her di heman civînê de nunerên her 6 welatên beşdar eşkere kirine ku, çareseriya kêşeya han tenê bi rêya ava kirina du dewletan dibe û ev her 6 welat weke welatên bihêz yên Erebî ne tenê piştîvaniya ava kirina dewleta Felestînê dikin belku, vê beriya her kesî jî bi fermî vê dewletê qebûl bikin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.